Zaharova: Ez ê bêjim Amerîka çi diziye
PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova behsa şêwirmendê ewlekariyê yê Amerîkayê John Bolton kir ku Bolton gotibû Rûsya teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê diziye. Zaharova, li hember vê gotinê derket û bibîr xist ku Washington, li Amerîkayê dest danîbû ser milkên dîplomatîk yên Rûsyayê. Zaharova weha got:
“Balkêşe ku mirov bêje Amerîka ji kîjan dewletê kîjan teknolojiyê diziye. Di wexteka xwe ya vala de ez ê vêya bêjim. Bolton madem behsa diziye kiriye, li Washingtonê avahiyên ku aîdê balyozxaneya Rûsyayê bûn, avahiya misyona bazirganiyê, li San Fransîkoyê, resîdansa wê û diziya avahiya balyozxaneya Rûyayê ya li Marylandê û li New Yorkê avahiya Rûsyayê ya dîplomatîk diziye. Hem ji welatên sêyem gelek hemwelatiyên Rûsyayê diziye.”
Zaharova di dawiyê de got ma ev ne dizî bû, Bolton? Eger hewsa be wan paş de bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin