Yûnanistanê deriyên çûnûhatina bejahî li ser Tirkiyê girtin
22 hezîran 2021 23:16
PeyamaKurd – Yûnanistanê beriya rakirina qedexeya koronayê ya ser çûnûhatina geştiyaran derî û rêyên bejahî yên bi Tirkiyê re girtin.
Di demeke ku bi sed hezaran welatiyên Tirkiyê yên koçberên welatên ewropî di mehên havînê de serdana Tirkiyê dikin, Yûnanistanê çûnûhatina ser hemû deriyên bejahî li ser Tirkiyê girtin.
Kesên ku bi rêyên din derbasî Tirkiyê bibin jî wê nikaribin bi rêyên bejahî ji ser Yûnanistanê ve vegerin Ewropayê.
Almanyayê demek berê qedexeya çûnûhatinê ya ser Tirkiyê ku bi mebesta rêgiriya koronayê ragihandibû rakiribû û 21ê Hezîranê jî welatiyên Tirkiyê yên li Ewropayê dimînin karibûn ji bo betlaneyê derbasî Tirkiyê bibin û dîsa vegerin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Yûnanistanê gefa F-35an li Tirkiyê xwar: Pentagonê bersiv da
24 trm 2024
Jiyan
Ji Yûnanistanê daxuyaniya Tirkiyê: Di sevekê de her tist naguhere!
15 brf 2023
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin