Yûnanistan dixwaze bi Tirkiyê re têkiliyên xwe bas bike

09 tîrmeh 2023 03:30
Yûnanistan dixwaze bi Tirkiyê re têkiliyên xwe bas bike

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Yûnanistanê Nikos Dendias got ku ji bo têkiliyên xelkê her dû welatan yên aştiyane, ew çiqilê zeytûnê daîma dirêjî Tirkiyê dikin. Her weha got ku piştî erdheja Maraşê di têkiliyên bi Tirkiyê re başbûn heye. Li ser bernama hukumeta nû ya Yûnanistanê wezîr, di meclisê de behsa siyaseta nû ya di pêşde raveyan kir. Dendias, weha got:

“Bi welatê cîran Tirkiyê re ji bo di nav aştiyê de jiyanê dewam bikin, em dewam dikin û çiqilê zeytûnê dirêjî Tirkiyê dikin. Daxwaza me ev e. Em bawerin ku xelkê Tirkiyê jî vê dixwaze. Bi taybetî piştî erdhejê ew pencereya ku me vekir, di têkiliyên me de başbûn çêkiriye.”

Di dewra me ya nû de, wê Yûnanistan bernama çekdarkirina welat dewam bike û li gor derfetên welatê xwe, ji destê wan çi were dê ji bo artêşa xwe bikirin. Dendias di ragihandina xwe de got ku wê 24 balafirên Rafale, 3+1 sinifa Belharra firqeteyn, 83F-16 û wê 37 F-16an nûjen bikin û 20 heb F-35 temîn bikin. Dendias her weha got ku çekdarbûn ji bo çareseriya pirsgirêkan di rêya aştiyane de pêwiste.