YSKê rêbera dengdanê ya hilbijartinên 14ê Gulanê eskere kir
PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bi 6 xalan rêbera dengdana hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan eşkere kir.
YSKê îro 8ê Gulanê ragihand ku dengdêr tenê dikarin li sindoqên ku navê wan hatiye tomarkirin û bi nîşandana belgeya hilbijêriyê û nasnameyên xwe deng bidin.
6 xalên ku Desteya Bilind a Hilbijartinan ragihandine wiha ne:
1- Welatî divê bizanibe ku dê li ku derê û li kîjan sindoqê dengê xwe bide. Kesên belgeya zanyarî ya dengder negihiştibe destê wan dikarin li ser malpera YSKê cih û hejmara sindoqê bizanibe. Li seranserê Tirkiyê di navbera 08:00 û 17:00an dê deng bên dayîn û eger demjimêr bidawî bibe û welatiyên dengên xwe bikarneanî hebin serokê desteya sindoqê piştî ku nasnameya wan werbigre dikare rê bide welatî dengên xwe bikarbînin. Lê welatiyên piştî demjimêr 17:00an bên nikarin deng bidin.
2- Nasnameya xwe ya ku reqema Komara Tirkiyê li ser e jibîr nekin. Dengder divê yek ji wan belgeyan wek nasnameya nifûsê, nasnameya ku ji aliyê saziyeke fermî hatibe dayîn, pasaport, belgeya zewacê, belgeya şofêriyê, nasnameya parêzer, noter û leşkerî pêşanî serokê sindoqê bide û hejmara rêzbenda dengder bibêje. Eger kesek yek ji wan belgeyan nede nikar dengê xwe bide.
3- Divê bi telefonê nekevin nav kabînê. Qedexe ye ku dengder bi telefon an jî makîneya film û fotografan bikeve nav kabînê. Eger hebe divê daynin gel desteya sindoqan û piştî dengdanê paşde bê wergirtin.
4- Divê ji bilî muhrê ti nîşanek li pisûleya dengan neyê dayîn. Dengder di pisûleyê de dê muhra “Belê” an “Bijare” bê ku derxîne derveyî beşa ji bo muhrê hatiye veqetandin lê bide. Ji bo ku deng bê hesibandin dive derveyî vê muhrê ti nîşaneke din an jî wajo neyê danîn. Derveyî pisûleyan jî ti tiştekî din nexin nav zerfan. Ji bo welatiyê ku difikire şaşitî kiriye pisûleya nû nayê dayîn.
5-Divê pisûleyan bixin yek zerfê. Ji bo dengder wê du pisûle bên dayîn ku yek ya serokkomariyê ye û yek jî ya parlamenter e lê divê her duyan jî bixin yek zerfê.
6- Piştî bikaranîna deng divê wajo bê dayîn. Dengder piştî zerfa xwe avêt nav sindoqê divê di lîsteya degderan de cihê beranber navê xwe wajo bike.
Herwiha Desteya Sindoqan ji nûnerên 5 partiyên siyasî yên ku di hilbijartina herî dawî de, herî zêde deng wergirtine pêk tê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin