YSKê derbarê Stenbolê de biryareke nû da

09 nîsan 2019 14:27
YSKê derbarê Stenbolê de biryareke nû da

PeyamaKurd - Nûnera AKPê li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Recep Ozel ragihand ku lijneyê biryar daye ku 51 sindoq ji nû ve werin jimartin û dûbare jimartina dengan li 31 navçeyan red kiriye.

Nûnerê Partiya Dad û Geşpêdanê (AKP) li YSKê Recep Ozel derbarê îtîrazên AKPê de, li pêş avahiya YSKê daxuyaniyek da û diyar kir ku îtîraza wan a li Stenbolê hatiye redkirin. Ozel got, bi tenê dê li 51 navçeyan den ji nu ve bên jimartin.

Ozel da zanîn ku li Stenbolê 10 milyon û 560 hezar û 963 dengdêr hene û di navbera namzedê şaredariya mezin a CHPê Ekrem Îmamoglu û namzedê AKP Ekrem Îmamoglu li dora 15 hezaran dengan e. Herweha Ozel da xuyakirin ku ew dê îtîrazên xwe berdewam bikin.

Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu jî diyar kir ku bi tenê ew baş organîze bûne û xwedî li dengan derketin,“tekana tiştê ku me kir, em xwedî li dengên xwe derket.”