Yemen | Hûsiyên Îranî bi moseka balîstîk êrîsî bajarê Sedeya kir

01 berfanbar 2020 00:22
Yemen | Hûsiyên Îranî bi moseka balîstîk êrîsî bajarê Sedeya kir

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Hevpeymana bo Yemenê ya ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike Eqîd Tirkî El-Malkî, ragihand komên Hûsiyên Îran piştgiriya wan dike, îro danê sibê moşekeke balîstîk ji parêzgeha Umeran avêtin û ew moşek li parêzgeha Sedeya ya Yemenê ket.

Berdevkê hevpeymaniyê Tirkî El-Malikî got, komên Hûsiyan di binpêkirina yasayên navdewletî de berdewam in û jiyana bi sedan sivîlan dixin xeterê.