Yemen: “Do bi sev Hûsî bi fuzeyên balîstîk li bajarê Marîbê xistin”
28 sibat 2021 02:24
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Yemenê di ser ajansa Yemenê SABA yê de peyamekî belav kir û di peyama xwe de ragihand ku ji serê sibatê de Hûsî bi balafirên bê mirov û fuzeyên balîstîk êrîşê bajarê Marîbê dikin û do bi şev jî car din bi fuzeyên balîstîk êrîşê bajarê Marîbê kirine.
Wezaret got ku bi 10 fuzeyan êrîşê bajarê Marîbê kirine lê di mijara mirî, birîndar û xesarê de ti agahî neda. Wezaret temamê rêxistinên navdewletî dawetî alîkariya wan kesên ku ji ser cîh û warên xwe dibin kir.
Heya niha ji Hûsiyan ti beyan nehatiye dayîn. Lê li bajarê Marîbê bi xwe baregeha wezareta parastinê heye lewra di demên dawiyê de êrîşên ser Marîbê zêde bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hûsî, bi fuzeyên balîstîk û dronan li bajarên Eylat û Yafayê xistin
07 cot 2024
Jiyan
Bi fuzeyên balîstîk êrîsî bajarê Xarkîvê yê Ûkraynayê kirin
25 brf 2024
Tenduristî
Rûsya fuzeyên balîstîk yên 8 hezar km yî ceriband
12 brf 2020
Cîhan
Li Yemenê bi dehan çekdarên Hûsîyên Îranî hatin kustin û dîlkirin
04 îln 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin