Yekîtiya Ewropayê dema dorpêçên ser Rûsyayê salekê dirêj kir
20 hezîran 2022 20:59
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) dorpêçên ku ji sala 2014an ve ji ber20 Kirim û Sîvastopolê li ser Rûsyayê sepandibûn, ji bo saleke din dirêj kir.
Dorpêçên YEyê hinarde û hawirdekirina berhemên li Kirim û Sîvastopol a Ukraynayê hatine hilberandin û veberhênan û turîzma wan herêman li xwe digirin.
Di dorpêçedan de, hemû kar û xebatên kompaniyên li wan herêmên di bin kontrola Rûsyayê de, dikevin nav dorpêç û qedexeyên Yekîtiya Ewropayê.
Komîsyona YEyê ragihand ku dorpêçên navborî heta 23yê Hezîrana 2023yan hatine dirêjkirin. Li aliyê din jî welatên endamên YEyê sepandina dorpêçên nû piştî êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê dewam dikin û li ser pakêtên nû dixebitin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Yekîtiya Ewropayê dema dorpêçên ser Rûsyayê bo 6 mehan dirêj kir
27 rbn 2023
Jiyan
Yekîtiya Ewropayê dorpêçên nû dide ser Rûsyayê
11 nsn 2022
Kurdistan
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê rêkeftina gazê ya alternatîfa Rûsyayê îmze kirin
25 adr 2022
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin