Yekîtiya Ewropayê bikaranîn û firatina yekem dermanê koronayê pesend kir
04 tîrmeh 2020 00:02
PeyamaKurd – Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) firotina dermanê bo koronayê Remdesivir ku ji aliyê kompaniya dermanan a Amerîkî Gilead Sciences ve tê hilberandin, pesend kir.
Remdesivir wekî dermanekî antîvîral ji bo nexweşên vîrusa koronaya nû Covid-19 tê bikaranîn ev yekem dermanê koronayê ye ji aliyê YE ve tê pesendkirin.
Hat zanîn ku biryara bikaranîn û firotina Remdesivir bi pêşniyaza Ajansa Dermanan a Ewropayê û bi erêkirina welatên endam hatiye standin.
Dermanê Remdesivir beriya niha di nexweşiya Ebola de hatiye bikaranîn û herwiha derketiye holê ku ji bo vîrusên SARS û MERS ku cureyên koronayê ne jî fêde kiriye û bandora xwe nîşan daye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Pejirandina derziya yekem a li dijî vîrûsa M-poxê
14 îln 2024
Jiyan
Serokên Yekîtiya Ewropayê ji bo lûtkeya yekem a ‘parastinê’ dicivin
03 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin