Yekîtiya Ewropayê li ser METAyê lêpirsîn da destpêkirin
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser kompaniya META ya xwediya torên medya civakî Facebook, Wattsapp û Intagramê lêpirsîna binpêkirina yasaya xizmetên dijîtal a YEyê da destpêkirin.
Di daxuyaniya komîsyonê de hatiye gotin, guman tê kirin ku METAyê bi rêya reklamên xapînok û naverokên din ên xizmetên siyasî binpêkirin kiribe.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Metayê ji bo hilbijartinên nêzîk yên Parlamentoya Ewropayê jî sîstemeke bi bandor a çavdêriyê nedaniye û hin naverokên wê tevî ku deryasayî hatine îşaretkirin jî mekanîzmeyên Yekîtiya Ewropayê yên li ser giliyan hatine binpêkirin.
Komîsyonê daye xuyakirin ku ew dê komkirina delîlên zêdetir bikin û di vê rewşê de lazim e Meta jî derbarê rêgiriyên xwe yên li ser binpêkirinan de wan agahdar bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin