Yekîtiya Ereban ji ber Efrînê Tirkiye sermezar kir: Ev vegirtin e!

13 nîsan 2018 15:40
Yekîtiya Ereban ji ber Efrînê Tirkiye sermezar kir: Ev vegirtin e!

PeyamaKurd- Frans Pressê ragihand ku dewletên Ereban ji bo amadekariyên Lutkeya Yekîtiya Ereban ya ku wê di 29ê Nîsanê de li Siûdî Erebîstanê pêk were, civînek pêk anîn.

Di vê civînê wezîrên karên derve yên Ereban li hev civîn û di dawiya civînê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Tirkiye bi Artêşa Azad re ketiye nava bajarê Efrînê de. Ev dagirkerî û vegirtin e. Em Tirkiyê şermezar dikin.