Yekîtiya Awrûpayê ji Rûsya bi Rûble xazê nakire
PeyamaKurd – Wezîrên enerjiyê yên welatên endamên Yekîtiya Awrûpayê ji bo li ser mijara xaza xwezayî hevdîtinê bikin li Brukselê civiyan. Wezîrên enerjiyê rê nedan ku karibin ji Rûsyayê xaza xwezayî bi perê Rûsyayê bi Rûble bikirin. Piştî civînê wezîra Fransayê Barbara Pompili û komîserê enrjiyê yê Komîsyona YA yê Kadri Simson civîna çapemeniyê kirin. Pompili weha got:
“Rûsya ji bo Polonya û Bûlgaristanê sewqiyat xazê rawestandiye. Em birîna xazê ya ji aliyê Gazpromê de ku ji ser Polonya û Bûlgaristanê biriye şermezar dikin. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Divê hemû teref di peymanan de çi girtibin aliyê xwe, bicîh bînin.”
Komîserê enerjiyê yê Yakîtiya Awrûpayê Simson jî ragihand ku kirîna xazê bi Rûble tê vateya îhlala dorpêçan û ti welatekî YA yê, heya niha bi Rûble ji Rûsyayê xazê nekiriye.”
Rêvebiriya Moskovayê ragihandibû ku dewletên ne dost temamê xazê wê bi Rûble bikirin. Li gor vêya; ji bo xazê bikirin divê Ewro bidin banka Rûs ya Gazprombankê û Ewro dikin perê Rûble.
Xeta ku heya niha xazê di ser Polonya de dibir Almanya ya bi navê Yamalê niha rawestiyaye û tê de xaz naçe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin