Yekgirtûyê bersiva PKKê da: Divê PKK, pêsî siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike

31 gulan 2022 18:09
Yekgirtûyê bersiva PKKê da: Divê PKK, pêsî siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike

PeyamaKurd-Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, bersiva rexne û reşkirinên PKKê yên li dijî Yekgirtûyê bersivandin. Endamê Serokatiya Yekgirtûyê Mûsena Emîn, bersiva rexneyan da û diyar kir ku Kurdistan û berjewendiyên Kurdistanê, ji bo wan li pêşiya her tiştî ye.

Ji ber ku ev demek e ji aliyê Medyaya PKKê ve hin rexne û reşkirinên di derbarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de ketine rojevê, ji aliyê rayedarên Yekgirtûyê ve bersiv hat dayîn. Endamê Serokatiya Yekgirtûyê û di heman demê de endamê Parlementoya Iraqê, Mûsena Emîn, di axaftineke xwe de da xuyakirin ku heta PKK her kesî rexne dike, divê siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike.

Emîn bi berdewamî got,“Divê bê zanîn ku pirsgirêkên bi Tikiyeyê re, bi rêya şer nayên çareserkirin, encax bi rêya rêbazên aştiyane werin çareserkirin. Em û PKKê ne wekî hev in. Ji bo me, Kurdistan di ser her tiştî re ye. Ji ber vê yekê jî rêbaz û helwestên me, ji hev cuda ne. Divê PKK vê yekê baş bibîne.”