Yekemîn lêkolîna li ser dosyeya girtina HDPê di 31 Adarê de tê kirin
25 adar 2021 15:59
PeyamaKurd – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê diyar kir, di 31ê Adarê de, yekemîn lêkolînê li ser dosyeya girtina HDPê dike.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Destûrê li ser malpera xwe destnîşan kir, Civata Giştî ya Dadgehê bi armanca lêkolîna destpêkê li ser doza girtina HDPê, 31ê Adarê dê bicive û biryara qebûlkirin yan jî redkirina doznameyê bide.
Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, ji bo girtina HDPê li Dadgeha Destûre doz vekiribû û dozname ji bo Dadgeha Jorîn ya Destûra Bingehîn hatibû şandin.
Hêjayî gotinê ye, daxwaza girtina HDPê di asta cîhanê de deng veda. Yekîtiya Ewropa û Amerîka derbarê vê mijarê de, dilgiraniya xwe nîşan dabûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Baroya Diyarbekirê ji bo redkirina doza girtina HDPê serî li AYMê da
03 brf 2021
Jiyan
AYMê dosyeya girtina HDPê ji raportor re sand
11 nsn 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin