Yekem pêsandina Festîvala FilmAmedê îsev li ÇandAmedê ye

08 gulan 2019 17:04
Yekem pêsandina Festîvala FilmAmedê îsev li ÇandAmedê ye

PeyamaKurd - Mihrîcana Belgefîlman a 7emîn FilmAmed îşev bi pêşandana dokumantarê 'Ez Şoreş im' dest pê dike.

FîlmAmed ji aliyê Komeleya Akademîya Rojhilata Navîn (Ortadoğu Sinema Akademisi Derneği) ve cara 7an tê lidarxistin, di navbera 8 û 12ê Gulanê de dê bi pêşandana fîlman, gotûbêjan û komcivînên bi beşdariya derhêneran berdewam bike.

Yekem pêşandana Festîvala FilmAmedê İşev di 19:00an de, bi dokumantarê 'Ez Şoreş im' li salona 1 a sînemayê ya ÇandAmedê dest pê dike.