‘Yekem hêza serê DAISê kiriye Pêsmerge ye, gelek dayikên wekî Dayika Ayse hene’
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles B. Caggins, di civîna rojnamevanî ya li Hewlêrê de, bal kişand ser roja hêzên Pêşmerge di şerê dijî terora DAIŞê de û li ser dayika 3 şehîdên terora DAIŞê jî daxuyanî da.
Berdevkê Hevpeymaniyê got, “Gelek kes li Kurdistanê hene ku şehîdên ezîz dane. Dayika Ayşe, dayikeke wefadar bû ku 3 zarokên xwe di şerê DAIŞê de şehîd dan. Gelek dayikên wekî Dayika Ayşe hene. Rola wan ji bo me gelekî girîng e û em wan jibîr nakin.”
Caggin da zanîn ku heta niha zêdetirî 4 hezar Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bûne û diyar kir, “Ew di ber parastina welatê xwe de şehîd bûn. Wekî hevpeymanî ne mimkun e em têkoşîna wan jibîr bikin. Dîrok jî nîşan dide ku Pêşmerge yekem hêza şerê DAIŞê kiriye ye.”
Dayika 3 şehîdan Dayika Ayşe 27ê Tîrmehê di 94 saliya xwe de koça dawî kiribû ku Serok Barzanî ew bi xelata Barzaniyê Nemir wekî Dayika Şehîdan xelat kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin