Yehya Resûl: Leskerên Amerîkî li binkeya asmanî “Beled” tune ne
20 nîsan 2021 14:02
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, hebûna leşkerên Amerîkî li baregeha esmanî ya Beled li parêzgeha Selahedînê red dike.
Yehya Resûl di hevdîtineke telefizyonî de, red dike leşkerên Amerîkî li binkeya asmanî “Beled” hebe û diyar dike: “Cihê matmayinê ye ku ew binke tê armanckirin.”
Pêr 18ê Nîsanê baregeheke asmanî ya Beled ya artêşa Iraqê, li parêzgeha Selahedînê bi 5 moşekan hatibû armanckirin û di encamê de 5 kes birîndar bibûn.
Piştî bûyerê, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî da zanîn, ew ê bi tundî bersiva êrîşên li ser binkeyên leşkerî bidin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Du leskerên Amerîkî li nêzîkî Qesra Spî hatin gulebarankirin
27 mjd 2025
Cîhan
Leskerên Amerîkî ji bo parastina HSDê hatin bicihkirin
28 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin