YE, dê 295 milyon euro pistgiriyê bide wî welatî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Yekîtiya Ewropayê (YE) dê 295 milyon euro alîkariya aborî bide Moldovayê ku di warê aboriyê de ketiye nav zehmetkêşiyan.
Civata welatên endam a YEyê ragihand ku ji Moldovaya ku bandorên neyînî yên aborî yên şerê Rusya û Ukraynayê dijî re dê alîkariya aboriyê bikin.
Di daxuyaniya ku li ser mijarê hat dayîn de hat gotin ku "Konseya Ewropayê alîkariya aborî ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Moldovayê bi tevahî 2 qat zêde kir û bi tevahî li ser dayîna 295 milyon euroyan li hev kir."
Hat balkişandin ku alîkariya makro ya YEyê dê çavkaniyên ku di çarçoveya peymana Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) da ji Moldovayê ra tê dayîn temam bike û hat destnîşankirin ku ev alîkarî bi armanca piştgirîkirina îstiqrara aboriyê û reformên binesaziyê yên welêt tê kirin.
Hat diyarkirin ku 220 milyon euroyê ji piştgiriya navborî dê deyn û 75 milyon ewro jî bexş be, bi vî awayî dê alîkariya Moldovayê ya li ser bîlançoya dravdanê were peydakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin