YAyê muhafiyeta Sûriyê ya ji dorpêçan bi sedema erdheja Marasê 6 meh dirêj kir
15 tîrmeh 2023 01:45
PeyamaKurd – Rêvebirên Yekîtiya Awrûpayê ragihandin ku bi sedema erdheja Maraşê, ji bo alîkarî bigihê Sûriyê, ji bo 6 mehan Sûriyê ji dorpêçan muhaf kir. Bi rakirina dorpêçan ya ji bo 6 mehan, desteka mirovî wê zûhtir bigihê xelkê Sûriyê.
Li gor ragihandina konseya ewlehiyê ya YAyê; bi sedema ku erdheja 6ê sibatê li Sûriyê bandorê kir, hinek dorpêç ji 23 Sibata 2023an rakiribûn û niha ew dorpêç wê heya 23 ê Sibata 2024an nên bicîhanînin. Muhafiyet ji bo kes û dezgeyên di lîstê de ne ku heyiyên wan hatibûn cemidandin û ji bo wan fon û temîna çavkaniyan hatibûn qedexekirin.
Dorpêçên ku ji sala 2011an heya niha dewam dikin, ne ji bo xida, derman û alavên tibbî ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin