YA,G7 û Avûstralya di bihayê petrola Rûsya de li hev kirin

03 berfanbar 2022 22:32
YA,G7 û Avûstralya di bihayê petrola Rûsya de li hev kirin

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê, welatên G7 û Avûstralya li ser bihayê petrola Rûsyayê ya ku di ser deryayê de bibin lihev kirin ku serê her varêlê (bermîlê) herî zêde 60 dolar bidin. Çendekiye 27 welatên YA yê li ser bihayê petrola Rûsyayê hevdîtinan dikin. Serokê dewrê yê Yekîtiya Awrûpayê ku dewleta Çekyaye di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku nûnerên welatên endam yên YA yê ji bo petrola ku di deryayê de neqla wê têkirin ya Rûsyayê di bihayê 60 dolarî de lihev kirine. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Serbalyozên welatan li ser bihayê petrola Rûsyayê ya di ser deryayê de here lihev kirin. Biryar wê di rojnama fermî de bê weşandin û bê bicîhanîn.”

Seroka komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen jî ragihand ku bi bicîhanîna vê biryarê wê dahatên Rûsyayê gelek kêm bibin. Leyen li ser biryarê got:

“Wê biryar bibe alîkar ku di asta navdewletî de di bihayê enerjiyê de îstîqrar çêbibe. Wê bibe alîkarê welatên ku aboriya wan di asta navdewletî de bipêş de diçe.”

Piştî biryara YA yê welatên G7 û dewleta Avûstralyayê jî tevlî biryarê bûn lê wê ev biryar Rûsyayê gelek aciz bike.