YA bo Tirkiye, Îran û Rûsyayê name sand

28 sibat 2018 19:04
YA bo Tirkiye, Îran û Rûsyayê name sand

Yekîtiya Awrûpayê bo li Sûriye şer raweste ji Tirkiye, Îran û Rûsyayê re name şand. Name ji Yekîtiya Awrûpayê, ji aliyê temsîlkara karê derve de, ji aliyê Federica Mogherini ve hat şandin.

Mogherini di nameya xwe de bo rawestandina şerê li Sûriyê çi pêwistbe, xwest wan pêngavan bên avêtin. Di nameyê de Mogherini bang dike ku li Xûta ya Rojhilata Sûriyê, ji bilî tehliyeyên tibbî, alîkariyên mirovî, bi ewle û daîmî, di bin pêşîvaniya Neteweyên Hevgirtî de, divê karibin bişînin.