Xwe xist sûna Hozan Canê ya zindanîkirî û bi CDyên wê jî distre
PeyamaKurd - Jineke bi navê Canê Heyran xwe weke Hozan Canê nîşan dide û beşdarî bernameyên televîzyonê dibe. Canê Heyran di bernameyên TVyê de bi awayê playback stranên Canê distirê.
Keça Canê, Dîlan Ores bi rêya facebookê vîdeopeyamek belav kir ku jineke bi navê Canê Heyran xwe wekî dêya wê nîşan dide û derdikeve televîzyonên weke Kurdistan Tv, Azadi Tv, NRT Tv. û herweha li ser YouTubeyê vîdeoyan belav dike.
Dilan dibêje ew jina ku li ser navê dêya derdikeve bernameyan ne dêya wê ye lewra dêya ev nêzîkî salekê ye di girtîgehê de ye.
Keça Canê di peyama xwe de dibêje: “Ev keçik ne dêya min e, ez dêya xwe baş nas dikim. Gotinên dike ji hevpeyvînên berê yên dêya min girtiye û dengê xwe jî weke yê dêya min dike. Li her ciyî, li TVyan, li konsertan, bi taybetî jî li Kurdistan TV derdikeve û vîdeoyan çêdike û gotinan dibêje. Ev xeletiyeke gelekî mezin e.”
Keça Canê Dîlan diyar dike ku dêya wê ne li Kurdistanê ye û di girtîgehê de ye, “Dêya min ev nêzîkî salekê di girîgehê de ye, ne li malê ye. Jiyana wê ne li Kurdistanê ye lê di girtîgeha Stenbolê de ye. Daxawaziya me ji ew e ku ev şaşîtî were rastkirin.”
Hêjayî gotinê ye ku Hozan Canê, di dema hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an li Edirneyê beşdarî bernameyeke HDPê bû û piştre hatibû desteserkirin û ji hingî ve di Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê de zîndankirî ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin