Xeta petrolê ya Kerkûk û Pêsxebûrê tê avakirin

11 îlon 2019 23:35
Xeta petrolê ya Kerkûk û Pêsxebûrê tê avakirin

PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Gazban, ragihand ku dê ji Kerkûkê heta Pêşxebûrê xeteke nû ya boruyên petrolê were çêkirin ku dê ew xet bikeve şûna xeta ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye ruxandin.

Gazban li Fûara Ebu Dabiyê ji medya Kurdistanê re ragihand ku têkiliyên Hewlêr û Bexdayê di vê proseyê de baş in û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinên gelekî berhemdar pêk anîne û hin pêngavên li ser budçe û dahata petrolê hatine avêtin.

 Wezîrê Iraqê da zanîn ku bi ser Kurdistanê re rojane 100 hezar bermîl petrol tê hinardekirin ku ew petrol bo welatên başûr û rojhilatê Asyayê tê şandin û got, “Ligel vê jî em li ser dixebitin ku ji Kerkûkê heta Pêşxebûrê xeteke nû ya boruyên petrolê ava bikin. Wekî tê zanîn xeta niha kevn e û ji aliyê DAIŞê ve hatiye ruxandin. Dema xeta boruyê ya başûr giha hev dê rêjeya hinardeya petrolê jî zêde bibe.”