'Xelîfeyê nû yê DAISê çekdarên xwe birêxistin kir û fermana êrîsan da'
PeyamaKurd - Xelîfeyê nû yê DAIŞê ku piştî kuştina Ebubekir Bexdadî hatiye ser rêxistina terorîstî DAIŞê Ebû Îbrahîm El Qureyşî ferman daye endamên xwe ku di nav Iraqê de dest bi tevger û kiryarên terorîstî bikin.
Li gorî nûçeya malpera Sumeriye News ku bi zimanê çavkaniyeke ewlehiyê veguheztiye, Ebu Îbrahîm El Qureyşî yê xelîfeyê nû yê DAIŞê, kariye peywendiyê bi çekdarên xwe yên belavbûyî re çêbike û dubare wan birêxistin bike.
Heman çavkaniya ewlehiyê ragihandiye ku Ebu Îbrahîm El Qureyşî ku wek Ebû Îbrahîm Tirkmen jî tê nasîn, di nav axa Iraqê de ye û serpereştiya kiryar û êrîşên terorîstî yên çekdarên rêxistinê dike.
Li gorî nûçeyê hêzên ewlekariya Iraqê, dixwazin cihê Ebu Îbrahîm El Qureyşî bibînin û hêzên leşkeri yên Iraqê bi awayekî pîşeyî hewla dîtina cîhê çekdarên DAIŞê didin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin