Xelatgirên Nobela Wêjeyê yên 2018 û 2019an diyar bûn

11 cotmeh 2019 13:44
Xelatgirên Nobela Wêjeyê yên 2018 û 2019an diyar bûn

PeyamaKurd – Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2018an nivîskarê polonî Olga Tokarczuk û ya 2019an jî nivîskarê Awistiryayî Peter Handke wergirt.

Ji ber ku par eşkerekirina xelatên Nobelê hatibûn texîrkirin îsal xelata 2018an jî hat dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha tu nivîskarekî Kurd xelata Nobelê ya Wêjeyê wernegirtiye lê di nav derdorên wêjeya Kurdî de navên Bextiyar Elî û Abdulla Peşêw bo vê xelatê derbas dibin.