Xebatkarên sîrketa Fransiz Air France dest bi grevê kirin
Xebatkarên şîrketa balafiran ya Fransayê, Air France ji ber şertên xebata wan û kêmbûna maaşan dev ji kar berdan.
Xebatkarên şîrketê di 10 sendîkayên ji hev cuda de endamin lewra 10 sendîka bi hevre peyamek dan. Sendîka dixwazin ku şertên xebatkaran baştir bikin û maaşên xebatkaran %6 zêde bikin.
Di beyana sendîkayan de ragihandin ku di van heşt salên dawiyê de, şîrket li dora 15 hezar kesan ji kar derxistiye û sedema ku şîrket zerarê dike, ji ber şertên xerab yên şîrketêne.
Bi sedema grevê, ji %50 zêdetir seferên bo mesafeyên dûr hatin betalkirin. Di nava welat de jî gelek sefer hatine betalkirin. Rêvebirê şîrketa balafiran Franck Terner dibêje ew qet nikarin %6 maaşên xebatkaran zêde bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin