Xaneqîn | Bi narincokan êrîsî mala kadroyekî PDKê kirin
21 rêbendan 2022 17:31
PeyamaKurd – Li nahiya Qeretepe ya ser bi navçeya Xaneqînê, bi narincokan êrîşî mala kadroyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin.
Li gor Berpirsê Qeretepe yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Îbrahîm diyar kiriye, derengiya şeva borî du kesan bi motorsîkletê nêzîkî mala kadroyekî PDKê bûne û narincok avêtine nav malê.
Herwiha hatiye eşkerekirin, navê endamê PDKê Hesen Mihemed e û êrîş nebûye sedema ziyana canî û tenê zerar gihîştiye beşeke mala wî.
Kemal Îbrahîm daye zanîn, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna bûyerê kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bi dronekê êrîsî ser mala endamê PDKê Ebdula Kwêxe Mubarek kirin
29 îln 2022
Cîhan
Li bajarê Hewlêrê bi çekan êrîsî mala endamê serkirdatiya YNKê kirin
11 trm 2022
Jiyan
Bi çekan êrîsî mala fermandarekî Ajansa Îstixbarata Iraqê kirin
15 rbn 2022
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin