Xamineyî: Em ji neteweyên din zêdetir nêzîkî Kurdan in

11 gulan 2024 13:09
Xamineyî: Em ji neteweyên din zêdetir nêzîkî Kurdan in

PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî di derbarê hevdîtina xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de got, ji hemû neteweyên din nêzîktir têkiliyên me bi Kurdan re hene.

Li ser rûpela fermî ya rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî daxuyaniyek derbarê naveroka civîna roja duşema borî ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di hevdîtinê de, Rêberê olî tekezî li ser nêzîkbûna gelên Îranê û Kurd kir."

Di hevdîtinê de, ayetulah Elî Xamineyî ji Serokê Herêma Kurdistanê re got: “Pêwendiya me ji hemû neteweyên din, çi li Îranê û çi li Iraqê, zêdetir bi civaka Kurd re heye. Ew parçeyek ji me ne."