Xameneyî sonda tolhildana bavê xwe xwar

11 tîrmeh 2026 16:10

Rêberê Îranê Mucteba Xameneyî derbarê merasîma cenaze û veşartina bavê xwe, Elî Xameneyî, rêberê berê yê Îranê de, peyamek weşand.

Xameneyî sonda tolhildana bavê xwe xwar

RûpelNews - Di peyama xwe de, Mucteba Xameneyî diyar kir: "Tolhildan îradeya neteweya me ye û divê were pêkanîn. Gelê azad ê cîhanê dê di demek nêz de beşek ji vê erka îlahî pêk bîne."

Di peyama xwe de, Xameneyî her wiha tekezî li ser soza xwe ya şopandina riya ku ji aliyê bavê wî, Elî Xameneyî ve hatiye xêzkirin, kir û lê zêde kir:

"Em soz didin ku tola şehîdên her du şer û xwîna we ya pak ji kujerên sûcdar hilînin. Ev sûcdarên ku ji serî heta binî di lîsteyê de ne, dê xeyala xwe ya mirina bi aramî di nav nivînên xwe de bi xwe re bibin gorê. Divê ew bizanibin ku ev mijar ne girêdayî hebûna min an ya karbidestên din e. Em li vir bin an nebin, ev yek dê çêbibe."