Xêrata Bavê Teyar li Diyarbekirê hat belavkirin
22 rêbendan 2025 16:55
PeyamaKurd – Li navçeya navendî Sûra Diyarbekirê ji bo xêrata Bavê Teyar 600 simît û ava fêkî hat belavkirin.
Şanoger û lîstikvanê kurdî Cûma Xelîl Îbrahîmê ku bi navê Teyar dihat naskirin, di 18ê çileya 2025an de, di êrîşa Tirkiyeyê ya bi ser Bendava Tişrînê de canê xwe ji dest da.
“Zarokatiya min bi temaşekirina fîlmên komîk ên Bavê Teyar bihirî.”
Tayfûr Bîrtaneyê ku yek ji wan xêrxwazan e ku li Sûrê xêrata Bavê Teyar belav kiriye, diyar kiriye: “Zarokatiya min bi temaşekirina fîlmên komîk ên Bavê Teyar bihirî. Ew hunermendekî hêja bû û karê xwe bi serkeftî dikir. Ji loma, em jî ji doh ve ji bo xêrata wî, simît û ava fêkiyan belav dikin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Cenazeyê Bavê Teyar gihîst bajarê Qamislê
19 rbn 2025
Kurdistan
Ferhad Şamî: Nûçeyên têne belavkirin ne rast in
02 rbn 2026
Jiyan
SOHR: Bavê 3 zarokan ê Efrînî pistî 42 rojên îskenceyê can da
07 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin