WHO li Rojavayê Kurdistanê dest bi testên korona dike

17 adar 2020 15:20
WHO li Rojavayê Kurdistanê dest bi testên korona dike

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) li Rojavayê Kurdistanê û rojavayê Sûriyê wê dest bi testên analîzên vedîtina nexweşiya covid-19 bike.

Rêveberê herêmî yê WHOyê Rick Brennan ragihand ku ew li benda alav û dermanên analîzê ne, da ku dest bi taqîkirinan bikin.

Rejîma Sûriyê heta niha tevî nûçeyên derbarê belavbûna vîrûsa koronayê li çend parêzgehan jî heta niha ti tûşbûyên vîrûsê ranegihandine û tenê li herêmên bin kontrola xwe testan dike.