WHO: Heta nîvê sala 2021ê em ne li benda derziya korona ne

05 îlon 2020 00:01
WHO: Heta nîvê sala 2021ê em ne li benda derziya korona ne

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku heta nîvê sala bê ew ne li benda derziya koronayê ne ku bi awayekî giştî were bikaranîn.

Li gorî nûçeya Reutersê Berdevkê WHOyê Margaret Harris li civîna Cenevê ragihand ku heta niha xebatên 6 derziyên koronayê gihîştiya faza sêyem a ceribandinê û ew hêvî nakin hemû pişkinîn bidawî werin û bi awayekî giştî derzî were bikaranîn.

Harris herwiha got, "Pêwîste ceribandinên faza sêyem a xebatên derziyên koronayê demeke hê dirêjtir bajo daku bibînin çiqasî diparêze.”