Wezîrên karên derve yên YEyê wê ji bo Sûriyê bicivin.
19 adar 2018 14:40
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku pirsgirka Sûriyê û geşedanên dawî binirxînin, wê civînekê pêk bînin.
Civîna li ser Sûriyê ya Konseya Karên Derve, wê di bin serokatiya nûnera bilind a Siyaseta Derve ya YEyê Federîca Mogherini de pêk were. Stefan De Mistura ku nûnerê taybet yê Sûriyê yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres e, wê beşdarî vê civînê bibe.
De Mistura di derbarê pêvajoya aşîtiyê de ku di bin sêwana Netewên Yekbûyî de were avakirin, wê nêrînên xwe pêşkêş bike.
Ev civîn Tirkiyê jî eleqedar dike. Lewra li ser Gutaya Rojhilatê û Efrînê jî hinek nîqaş wê werin kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin