Wezîrên Berevaniya Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê li Moskowê civiyan

28 berfanbar 2022 23:35
Wezîrên Berevaniya Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê li Moskowê civiyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Rûsya Moskowê, di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê de, wezîrên berevaniyê yên hersê welatên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê civiyane.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar digel Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, li Moskowê bi navbeynkariya Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu ligel Wezîrê Berevaniya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokê îstixbarata Sûriyê civiyan.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê serdana Akar a Moskowê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar û Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, li Moskowê bi Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokê îstixbarata Sûriyê civiyan.”

Hat diyarkirin ku di civînê de, mijarên wekî; krîza Sûriyê, kêşeya penaberan û xebatên têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya MSBê civîn bi keşeke erênî derbas bûye û li ser lihev kirine ku civînên formata sêqolî ji bo dabînkirina îstiqrara herêmê berdewam bikin.