Wezîrê Tendirûstiyê Berzincî: Ji ber sewba berazan 3 kesan canê xwe ji dest da

31 berfanbar 2019 16:37
Wezîrê Tendirûstiyê Berzincî: Ji ber sewba berazan 3 kesan canê xwe ji dest da

PeyamaKurd - Pêla nexweşiya înfluenzaya H1N1 ku ew zêdetirî du mehan e li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûye, gihîşte Başûrê Kurdistanê jî û li gor gotina rayedarên Wezareta Tendirûstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezîrê Tendirûstiyê yên Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî îro li Hewlêrê piştî civîna li gel nûnerên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ya derbarê belavbûna nexweşiya şewbê (influenza) ya H1N1 de civînekê rojnamevaniyê li dar xist û tê de ragihand, ku pêla vê nexweşiyê gihîştiye Herêma Kurdistanê jî.

'Heta niha 20 haletên virusa înfluenzaya dijwar a H1N1 hatine tomarkirin'

Saman Berzincî diyar kir, li Herêma Kurdistanê heta niha 20 haletên virusa înfluenzaya dijwar a H1N1 hatine tomarkirin ku hejmarek ji wan çareseriyên pêwîst wergirtine û rewşa wan baş e û hejmarek kesên din hêj di jêr çavdêriya bijîşkan de ne.

'3 kesan ji ber nexweşiya înfluenzaya H1N1 canê xwe ji dest dane'

Berzincî da xuyakirin, li Herêma Kurdistanê heta niha 3 kesan bi sedema nexweşiya înfluenzaya H1N1 canê xwe ji dest dane û got, du ji wan xelkê Musil û Şergatê ne û yekî din ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Wezîrê Tendirûstiya Herêma Kurdistanê tekez kir, heta niha ti hevwelatiyekî Başûrê Kurdistanê bi sedema nexweşiya înfluenzaya H1N1 canê xwe ji dest nedane.

'Ji bo rûbirûbûna nexweşiyê amadekariyên pêwîst hatine kirin'

Saman Berzincî destnîşan kir, ji bo rûbirûbûna nexweşiyê amadekariyên pêwîst hatine kirin û li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê me tîm û komîteyên taybet pêk anîne û derman û vaksînên pêdivî hatine dabînkirin.

Li aliyekê din Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê têkildarî nexweşiya înfluenzaya H1N1 rênimayî belav kirine û daxwaz ji welatiyan kiriye ku tendirustiya xwe bi awayekî baş biparêzin.

Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî di malpera  xwe ya fermî de têkildarî nexweşiya înfluenzaya H1N1 dibêje, sê corên A, B û C ên vîrusa înfluenzaya H1N1 hene ku tenê mirov bi du corên wan virusan nexweş dikeve. Ev nexweşî herwiha îpedemîk e û bi rêya kuxik û pijmînê û hensadanê tê veguhastin.