Wezîrê Rûsyayê Savelyev: “Ji ber dorpêçan 76 balafirên rêwiyan ji dest me çûn”

25 mijdar 2023 23:37
Wezîrê Rûsyayê Savelyev: “Ji ber dorpêçan 76 balafirên rêwiyan ji dest me çûn”

PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê yê Rûsyayê Savelyev li ser dorpêçên Rojavayiyan axifî û got ku ji ber dorpêçên wan, Rûsya 76 balafirên xwe yên rêwiyan wenda kir. Wezîr ragihand ku li hemberê dorpêçên Rojavahiyan, bê tedbîr mane û lewra balafir ji destê wan çûne. Wezîr li payîtext Moskovayê ji rojnamevanan re axifî û weha got:

“Me 76 balafirên rêwiyan wenda kir. Rojavayî bi sedema dorpêçan dest danîn ser wan û di hûngaran de man. Lê rewşa şîrketên Rûsyayê yên rêyên hewayî başe û şîrketên ku seferên firê dikin, di sala bê de em ê 25 milyar Ruble (280 milyon dolar) subvansiyon bidin wan. Niha 167 balafirên seferên rêwiyan hene.”