Wezîrê Petrolê yê Iraqê wek serokê OPECê hat hilbijartin

14 berfanbar 2022 00:36
Wezîrê Petrolê yê Iraqê wek serokê OPECê hat hilbijartin

PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulganî ji bo serokatiya Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) ya 2023yan hat hilbijartin.

Piştî ku wek serokê OPECê hat hilbijartin, Ebdulganî ragihand ku ew ê hewl bidin welatên Erebî di bazara petrola cîhanê de bikin faktoreke diyarker.

Ebdulganî daye xuyakirin, “OPEC, ji bo zehmetiyên aborî û polîtîk ên bazarên cîhanê kêm bike dixebite û hewl dide îstiqrara bazara enerjiyê pêk bîne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, welatên OPEC+ ku Erebistana Siûdî û Rûsya pêşengiya wê dikin, di meha Cotmehê de biryara rojane kêmkirina hilberîna 2 milyon bermîl petrolê dabûn ku ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîkayê ve rastî bertekan hatibû.

Herwiha Serokê Amerîka Joe Biden gotibû, ew ê têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re jî li ber çavan derbas bikin.