Wezîrê Parastinê Gallant: Em ber bi armanca têkbirina Hemasê ve diçin…

02 mijdar 2023 20:51
Wezîrê Parastinê Gallant: Em ber bi armanca têkbirina Hemasê ve diçin…

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, diyar kir ku li Xezeyê pevçûnên tund hene û got, "Artêşa Îsraîlê ber bi armanca têkbirina Hemasê ve diçe."

Gallant destnîşan kir ku ji destpêka şer û vir ve wan berdêlên giran dane û wiha got, "Divê em ji bo xatirê (eskeran), ji bo sax, ji bo gelê Îsraîl û dewleta Îsraîlê êrîşî dijmin bikin."

Dahatên bacê yên Filistînê ku hatine asteng kirin

Filistin’e aktarılması gereken vergi gelirlerinin İsrail Maliye Bakanı Bezalel Smotrich tarafından askıya alınmasına dair Gallant, "terörizmin önlenmesine yardımcı olmak için fonların Filistin yönetimine aktarılması gerektiğini" söyledi.

Gallant, derbarê dahatên bacê yên Filistînê ku ji aliyê Wezîra Maliyeyê ya Îsraîlê Bezalel Smotrich ve hatiye astengkirin de jî wiha got: "Divê ji bo pêşîgirtina terorê ev pere ji rêveberiya Filistînê re bê şandin."

Her wiha Gallant got, “Aramiya li Şerîeya Rojava di berjewendiya Îsraîlê de ye jî.”