Wezirê Navxwe yê Tirkiye: PKK rêxistineke jina ye

26 cotmeh 2022 11:02
Wezirê Navxwe yê Tirkiye: PKK rêxistineke jina ye

PeyamaKurd – Wezirê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di merasîma destpêka sala nû ya xwendinê ya Zaningeha 9ê Îlonê de axivî û diyar kir: “PKK rêxistineke jina ye. Di bingehê vê yeke de gelek sedemên felsefî û civaknasî hene. Em têgehan ne tene li dijî terorê, herwiha li dijî terorîzmê jî ditekoşin.”

Soylu da zanîn: “Encama têgihaştina nû, me bi rêya malbatan ve pêwendî bi dehan hezaran re kir. Niha me pêwendî teroristekî ku li Cezayîr dimîne kiriye û em wî ikna dikin û tînin Tirkiye. Ev kes sala 2016ê tevlî rêxistinê bûye, salên 2019 û 2020ê çûye Cezayirê. Me pêwendî bi diya wî re danîn û ew anî Tirkiyê.”

Herwiha di berdewamiya axavtina xwe de Soylu destnîşan kir, min ji berî niha gotibû hêjmara terorista li Tirkiye bûye 120 kes, lê niha em dibinin ku hêjmara rastî ji vê jî kêmtir bûye. Ez ê demek din behsa vê hejmarê jî bikim.”

PKK