Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo derkete tûra Rojhilata Navîn!

29 nîsan 2018 10:33
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo derkete tûra Rojhilata Navîn!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dest bi karê xwe kir û pêşiyê Siûdî Erebîstan ziyaret kir.

Li balafirgehê Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Erebîstanê Adil el- Cubeyr ew pêşwazî kir. Mike Pompeo wê li Riyadê bi Mîr Selman û Mîrzade Mumammed bîn Selman re hevdîtinekê pêk bîne.

Tê texmînkirin ku Mike Pompeo wê li ser biryarên Donald Trump yên di derheqê Îranê de bi Adil el- Cubeyr biaxive.

Mike Pompeo wê Îsraîl û Urdunê jî ziyaret bike.