Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê îro serdana Misrê kir

26 gulan 2021 16:58
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê îro serdana Misrê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn û bi armanca xwedîderketin û mayindekirina agirbesta di navbera Filistîn û Israîlê de, piştî serdana Israîl û Filistînê û hevdîtina bi rayedarên Îsraîlî û Filistînî re, îro serdana Qahîreya paytexta Misrê kir û hevdîtinên xwe li wir berdewam dike.

Antony Blinken care yekem e piştî bûye Wezîrê Karên Derve serdana Misrê dike û beriya vê serdanê jî di serî de serokê DYAyê Joe Biden gelek rayedarên Amerîkî pesnê serokê Misrê dabûn ji bo rola welatê wî ya girîng di pêkanîna vê agirbestê de hebe.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken, li Misrê jî dubare kir ku ew dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku alîkariyan bigihînin Gazzeyê, lê dîsa got divê rêxistina Hemasê ji wan alîkariyan sûdê negire. Blinken da xuyakirin ku welatê wî dê 75 milyon dolar alîkarî bide Gazzeyê.

Wekî hatiye plankirin rawestgeha Blinken ya piştî Qahîreyê jî Urdun e.