Wezîrê Îranî Cewad Zarîf seredana Venezuelayê kir
PeyamaKurd – Çapemeniya Venezuelayê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf seredana Venezuelayê kiriye. Zarîf li payîtexta Venezuelayê li Karakasê ji aliyê wezîrê karên derve Jorge Arreaza de hatiye pêşwazîkirin.
Arreaza, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku bi seredana Zarîf gelek bextewere û weha got:
“ Her seredana di asta bilind de, hevkariya me û biratiya me zeximtir dike. Venezuela û Îran li hemberê êrîşan hevkariya hev kirin.”
Zarîf, piştî Venezuelayê wê seredana Bilîvya û Kubayê bike. Wê li Bolîvyayê tevli merasima sondê ya serokê dewletê ya Luis Arce bibe.
Bi sedema dorpêçên Amerîkayê bo ser Venezuelayê, Venezuela nikara petrola xwe rafînerî bike û lewra ji Îranê petrola rafînekirî dikire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin