Wezîrê Derve yê Kuwêtê bi Fuad Husên re civiya
14 hezîran 2020 16:05
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Kuwêtê serdana Iraqê kir û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad husên re civiya.
Hat ragihandin ku îro 14ê Hezîranê Wezîrê Derve yê Kuwêtê Ehmed Nasir El Sebah bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên pêşwazî li Wezîrê Derve yê Kuwêtê Ehmed Nasir El Sebah kiriye û hevdîtin kirine.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên Iraq û Kuwêtê hatine gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji pişka Kurdan, hefteya borî di kabîneya serokwezîr Mistefa Kazimî de dest bi kar kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihîst Tirkiyê
15 brf 2020
Cîhan
Fuad Husên bi Wezîrê Derve yê Fransa re li ser hevkariya NATOyê axivî
22 hzr 2020
Jiyan
Fuad Husên bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê re civiya
09 tbx 2021
Jiyan
Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Yûnan civiyan
12 sbt 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin