Wezîrê Derve yê Îranê bi Serokê Hamasê re hevdîtin kir
21 berfanbar 2023 01:03
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, li Qeterê bi serokê Hamasê Îsmaîl Haniye re civiya.
Wezîrê Îranê ji dema destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê ve, herî kêm çar caran serdana Qeterê kiriye û beriya niha jî bi berpirsên Hemasê re civiyabû.
Hate ragihandin ku Ebdullahyan û Haniye rewşa Xezze û Şeîaya Rojava di hevdîtinê de nirxandine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî daye xuyakirin ku, Haniye di hevdîtinê de gotiye; Hemas ji agirbesteke mayînde re amade ye, lê ji ber êrîşên Îsraîlê niha ne mimkun e.
Kenanî got ku divê Îsraîl demildest dawî li şer bîne û ew di mijara rawestandina êrîşan de, bi rayedarên Qeterê re hevnêrîn in.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mesrûr Barzanî pêswaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê kir
17 sbt 2025
Cîhan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê gihîst Hewlêrê
14 hzr 2024
Jiyan
Wezîrê karên derve yê Îranê li Qatarê bi Hamasê re civiya
11 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin