Wezîrê Dadê yê Tirkîyê: Li girtîgehan tu kes bi Covid-19ê neketiye

21 adar 2020 16:35
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê: Li girtîgehan tu kes bi Covid-19ê neketiye

PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul diyar kir ku li girtîgehên Tirkîyê ti haletên Covid-19ê tune ye.

Abdulhamit Gul da zanîn ku wan li girtîgehan tevdîrên pêwîst wergirtine û got ku ew kelûpelên bo parastinê jî belaş didin girtîyan.

Başak Demîrtaş, Hevjîna Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Berê Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê bi girtevîdeoyekê diyar kiribû ku girtî û karmendên li girtîgehan di bin rîskên mezin de ne.

Başak Demîrtaş dabû zanîn ku xebatkarên girtîgehan di sê nobetan de dixebitin û bal kişandibû ku ew her tim bi derve re danûstandinê dikin.

Demirtaş bang li berpirsên hikûmetê kiribû ku cezayên hikûmxwarîyan paş bixin û girtiyên dadgehên wan dewam dikin jî berdin.