Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê bi Jeffrey û Satterfield re hevdîtinek pêk anî
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê (MSB) Hulusi Akar bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û Balyozê Amerîkayê li Enqerê, David Satterfield re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê (MSB), hevdîtin bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yunus Emre Karaosmanoglu û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey re pêk hat.
Di hevdîtinê de, di serî de li ser mijara Idlibê, ewlekarî û parastina herêmê guftûgoyên hatin kirin û aliyan fikrên xwe bi hev re parve kirin.
Di dawiya hevdîtina şandeya Amerîka û Tirkiyê de, Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Hulusi Akar, pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û Balyozê Amerîkayê li Enqerê David Satterfield kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin