Wezîrê Berevaniya Tirkiyê diçe ser sînorê Rojava

16 tebax 2019 16:25
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê diçe ser sînorê Rojava

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar ji bo şopandina karûbarê damezrandina Navenda Operasyonên Hevbeş a Amerîka û Tirkiyê, îro serdana Rihayê kir.

Di vê serdanê de, şandeke fermandarên pilebilind ên artêşa Tirkiyê jî li gel Hulusî Akar in. Akar û şanda pê re li Balafirxaneya GAP a Rihayê ji aliyê rêveberiyê bajêr ve hatin pêşwazîkirin.

Biryar e Akar û şanda leşkerî ya pê re, serdana navçeya Kaniya Xezalan û navçeyên din ên sînorî bike, ku li wan deveran karê avakirina Navenda Operasyonên Hevbeş a di navera Amerîka û Tirkiyê de birêve diçe.

Roja 12ê vê mehê jî şandeke Amerîkayê ku ji 6 kesan pêk dihat, serdana Rihayê û navçeyên sînorî yên bi Rojavayê Kurdistanê re kiribû.

Amerîka û Tirkiyê roja 7ê Tebaxê ragihandin, di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser ‘avakirina herêma ewle bi hev re’ û ‘damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina herêma ewle ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re li hev kirine.

Amerîka û Tirkiyê piştî 3 roj ji danûstandinan ku li Enqerê birêve çû, derbarê mijara navçeya aram de gihîştin vê lihevkirinê, ku rayedarên Amerîkayê wê wek ‘jihevtêgihîştineke destpêkî’ bi nav dikin.