Wezîrê Almanya Lindner ji bo êrîsa Îranê sersaxiyê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

19 rêbendan 2024 21:18
Wezîrê Almanya Lindner ji bo êrîsa Îranê sersaxiyê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Dewletê yê ji Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner bi rêya telefonê pêwendî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û ji ber êrîşa Hewlêrê ya ji alî rejîma Îranê ve pêk hat, ji bo cangoriyên êrîşê hêviya sersaxiyê xwast.

Tobias Lindner her wiha ji ber êrîşa hovane ya li dijî welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê jî rejîma Îranê riswa kir û piştgiriya dewleta xwe Almanyayê ya ji gel û rêveberiya Herêma Kurdistanê re pêşkêş kir.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo piştgirî û hevsoziya welatê Almanyayê spasiya xwe pêşkêşî Wezîrê Dewletê yê ji Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner kir.

Mesrûr Barzanî û Tobias Lindner her wiha li ser gringiya domandina erkên Almanya yê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê ku bi Herêma Kurdistanê re bi hemahengî tê meşandin kirin.

Her dû dîplomatan di beşeke pêwendiyê de hevbiryariya li ser çareserkirina pirsgirêken navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta navendî ya Iraqê û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê destnîşan kirin.