Wezîra Derve ya Swêdê serdana Herêma Kurdistanê dike

22 mijdar 2021 18:48
Wezîra Derve ya Swêdê serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve ya Swêdê Ann Linde serdana Hewlêrê dike û wê bi berpirsên Kurdistanê re hevdîtinan bike.

Li gorî zanyariyan Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde îro Duşemê êvarê bi rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê digihe Kurdistanê.

Hat zanîn ku Ann Linde ji bilî hevdîtinên ligel berpirsên Kurdistanê wê sibe jî bi nûnerên pêkhateyên Kurdistanê re bicive.

Babetên sereke yên serdana Wezîra Swêdê, pêwendiyên Kurdistan û Swêdê, şerê DAIŞê û mijara koçberan e.