Wezîr Rêber Ahmed: Êrîsên Pêsxabûr îhlala desthilata Herêma Kurdistanêye

23 berfanbar 2021 05:16
Wezîr Rêber Ahmed: Êrîsên Pêsxabûr îhlala desthilata Herêma Kurdistanêye

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed got ku êrîşên ser sînorê Pêşxabûrê îhlala desthilata Herêma Kurdistanêye. Rêber Ahmed di civîna çapemeniyê de behsa êrîşa 15 ê kanûnê kir ku êrîş kiribûn ser deriyê sînor yê Pêşxabûrê. Wezîr Rêber Ahmed weha got:

“Êrîşa ser deriyê Pêşxabûrê îhlala desthilata Herêma Kurdistanêye. Ev êrîş di heman wextê de li ser milên hêzên ku Rojava kontrol dikine. Em ê jiyana xelkê sîvîl nekin talûkê. Divê ji ewlehiya sînor re rêz bêgirtin.”

Di 15 ê kanûnê de hêzên PKK ê êrîş biribûn ser sînorê Sêmalka Pêşxabûrê. Berpirsê sînorê Pêşxabûr Şewket Berbûharî ragihandibû ku armanca êrîşa PKK ê kirina tevliheviyê ye, ji bo xerabkirina rewşa Herêma Kurdistanêye û berlêgirtina berjewendiyên Kurdên Rojavaye.